Ciwanekî ji Kobaniyê ev 5 meh in winda ye

19-02-2024
RÛDAW
Nîşan Diyar Yûsif Kobanî Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê ji gundê Dolê yê Kobaniyê Diyar Yûsif ev 5 meh in winda ye.

Berî 5 mehan Diyar Yûsif û 2 hevalên xwe ji bo ku kar bikin û alîkariya malbatên xwe bikin, dixwazin ji Rojavayê Kurdistanê werin Herêma Kurdistanê.

Diyar û hevalên xwe qaçaxçiyekî dibînin ji bo ku wan derbasî Herêma Kurdistanê bike.

Qaçaxçî ji her kesekî ji wan 500 dolarî dixwaze.

Dema ku ew xort diçine ser sînor, qaçaxçî li ser sînor qutiyekê dide wan û ji wan dixwaze ku bi xwe re derbasî Başûrê Kurdistanê bikin.

Ew xort dema ku sînor derbas dikin, ji aliyê hêzên Îraqê ve tên girtin û heta niha malbata wan tiştekî li ser wan nizane.

Malbata Diyar Yûsif xwest bi rêya Rûdawê dengê xwe bigihîne aliyên pêwendîdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst