Komxebata Yekîtiya Neteweyî: Kurd, ji komunîstan ta îslamiyan yek tiştî dixwazin

19-01-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Kurd Amed Komxebata Yekîtiya Neteweyî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd li bajarê Amedê bi weşandina daxuyaniyekê dawî li karên xwe anî. Di daxuyaniyê de Komxebata Yekîtiya Neteweyî ragihand, pêkanîna Yekîtiya Neteweyî “hewcedariyeke ji serdema Qazî Mihemed heta îro ye” û diyar kir: “Di van şert û mercan de kadro û partiyên me yên siyasî divê li ser Yekîtiya Netewî gav biavêjin.. ya muhîm ev e ku em ji vê gavê paşde nemînin.”

Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, ku duh Şemê 18ê Çileya 2020 li bajarê Amedê bi beşdariya 8 partî û rêxistinên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê destpê kiribû, îro Yekşemê 19ê Çile bi ragihandina daxuyaniyekê dawî li karên xwe anî.

Bo cara yekemîn di komxebatekê de ku HDP, DBP û KCD jî tê de beşdar bûn, Ala Kurdistanê hat danîn.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KC), Leyla Guven jî got: “Ew al desketiya gelê Kurd e, li Başûrê Kurdistanê ji bo wê alê ne tenê Kurdên Başûr, ji parçeyên din jî Kurdan canê xwe dane ku gotina daku statuyeke gelê me hebe. Ew jî deskevtiyeke Kurdan e. Em jî weke Kurdên Bakurê Kurdistanê li wê alê xwedî derdikevin û ew ala me ye jî.”

Piştî bidawîbûna Komxebatê, daxuyaniyek li ser navê komxebatê û partiyên beşdar têde hat xwandin. Daxuyanî ji aliyê Ozan Kardeş ve hat xwandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku komxebata bi armanca Yekîtiya Netewî ku di 18-19ê sala 2020an de hat lidarxistin, li ser rojevên xwe bi awayekî serketî bi dawî bû.

Daxuyaniya Komxebatê wiha ye:

Komxebata ku bi armanca Yekîtiya Netewî hat plankirin, di 18-19ê sala 2020an de li ser rojevên xwe bi awayekî serketî bi dawî bû. Piştî axaftinên vekirinê ku bi Kurmancî, bi Kirmanckî û bi Tirkî hat kirin, nêzî 130 siyasetmedar, akademîsyen, jin, ciwan, seyda û Saziyên sivîl di Komxebatê de cih girtin. Beşdar li ser sê xalan bi nivîskî û bi devkî nerîn û pêşniyarên xwe anîn zimên.

Nîqaş û pêşkêşî, li ser hewcedariya tifaqa netewî, li ser model, bername, rêvebirinê û li ser kêşeyên pêşiya tifaqê û rê û rêbazên çareseriyê domiyan. Herwiha li ser êrîşên li ser deskeftiyên gelê me yên hundirîn û dersînor û heta êrîşên li ser hebûna gelê me hat axaftin.

Bi taybetî, jin û ciwanan bi nerîn û pêşniyarên pêşiya Komxebatê vekirin. Seyda û Meleyên me, ji Îslamîstên siyasal heta komunîstan bi awayekî fireh parastina Yekîtiya Netewî kirin û ev yek balkêş û binirx bû. Banga Dayikan a xurt û bi qêrîn, li siyaseta Kurd bû û hêja bû. Bi vê nezîkatiyê ev helwesta ku di Komxebatê de bandorker bû ku, divê ne li ser îdeolojiyan bes li ser nirx û deskeftiyên netewî, xwedîderketin, mezinkirin û parastina deskeftiyan bê meşandin.

Kadro û partiyên Kurdistanî, banga tifaqa netewî ku kolanan bilind dibû bi awayekî zelal di Komxebatê de dan xuyakirin. Ev hewcedarî ku ji Qazî Mihemed heta îro hatiye, hewcedariya yekîtiya Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û banga cîhanê ku ji me re dibêje “hûn bibin yek em dê piştevaniya we bikin” li kadro û partiyên me ferz kir ku em xwe bi yekîtiya netewî bigirin. Ev rewşeke erênî ye û belkî jî di dîroka Kurdistanê de cara ewil e di vê astê de tê xuyakirin!

Di van şert û mercan de kadro û partiyên me yên siyasî divê li ser Yekîtiya Netewî gav biavêjin. Û bi perspektîfa Komxebat re zor û zehmet be jî dê gava Yekîtiya Netewî bê avêtin. A muhîm ev e ku em ji vê gavê paşde nemînin. Yekîneyên Komxebatê perspektîfek diyar kirin û gotin “li ser armanca Tifaqa Yekîtiyê bi biryar û bi îstîqrar bimeşe lê lenezîne”. Ev yek hêleke din a Komxebatê ye. Di Komxebatê de xala hevpar ev bû ku ji bo Yekîtiya Netewî gava ku dê li Bakurê Kurdistanê bê avêtin li çar perçeyan divê bê belavkirin û ber bi Kongreya Netewî ve mezin bibe.

Xala din a Komxebatê, beşdarkirina partiyên din bû ku li derveyî xebatên tifaqê mane. Ev nêzîkatî erênî û hêvîbexş e.

Em bi hêvî ketin Komxebatê û me dît ku di temamê Komxebatê de jî hêvî bandorker bû. Ji bo çalakkirina vê hêviyê Komxebatê ev peyam da; em hem nîqaş bikin û hem jî bi awayekî çalak bimeşin.

19.01.2020

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst