Bircên Sûrên Amedê tên nûjenkirin

18-09-2021
RÛDAW
Sûrên dîrokî ku ji gelek miletan re bûne hêlîna çandê  kar û xebatên nûjenkirinê 2020an destpê kirine û hêj berdewam in.
Sûrên dîrokî ku ji gelek miletan re bûne hêlîna çandê kar û xebatên nûjenkirinê 2020an destpê kirine û hêj berdewam in.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bircên Sûra Amedê ku di 2015an de ketine lîsteya UNESCO ya Mîrateya Cîhanî bo geştiyariyê tên nûjenkirin û tê armanckirin ku salane nêzîka   milyon geştiyar serdana van bircan bikin.

Li navçeya Sûrê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê sûrên dîrokî ku ji gelek miletan re bûne hêlîna çandê  kar û xebatên nûjenkirinê 2020an destpê kirine û hêj berdewam in.

Serokê Daîreya Bajarvanî û Avakirinê ya Şaredariya Amedê Mehmet Karaaslan dibêje: “Me bircên ku têk çûbûn tamîr kirin û  bo bên bikaranîn em dê birêvebirina van cihan bidin saziyan wek saziyên zewicandinê yan jî saziyên kar û barên giştî. Bo parastina demdirêj a van deran jî em dê karê xwe berdewam bikin.”

Sen û Ben, Yedîkardeş, Selçuklu û Nur jî di nav de kar û xebatên nûjenkirina 25 bircên ku ji kevirên taybet ê birrînê hatine çêkirin û li ser wan kîtabe, nexşên ajalan hene berdewam e.

Bircên li Sûrê di dema xwe de bi armanca parastina Kelhê hatine çêkirin û piraniya wan 3 an jî 4 qatî ne. Qatên binî biçûk in û her diçe qatê din firehtir dibin. Bi bandora salên zêde hinek ji wan hilweşiyan e.

Mehmet Karaaslan herwiha got: “Sûrên Amedê yek ji Sûrên herî kevn ên cîhanê ne ku heta roja me ya îro hatine û tê armanckirin salane nêzîkî 5 milyon geştiyar serdana vir bikin. Ev bircên ku hene ne wek qadên xwarin û vexwarinê lê bi giştî bo çalakiyên çand û hûnerî dê bên bikaranîn.”

Sûrên Amedê piştî Seda Çînê sûrên herî dirêj ên cîhanê ne û dirêjbûna wan 5 hezar û 200 metre ye. Bircên ku karê nûjenkirinê ber bi dawî bûne bi sîstema elektrîkê hatine ronîkirin û di demeke kurt de bo serdana geştiyaran dê amade bin. Li gor agahiyên Daîreya Bajarvanî û Avakirinê ya Şaredariya Amedê bi giştî ji 98 bircan projeyên 73 bircan hatine amade kirin û dê karê nûjenkirina wan jî destpê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst