"Koçberên Şingalê hest bi aramiyê nakin, ji ber vê venagerin"

18-08-2018
RÛDAW
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê: Pirsgirêka herî mezin a Şingalê ewlekarî ye
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê: Pirsgirêka herî mezin a Şingalê ewlekarî ye
Nîşan Şingal Koçber Wezîrê Koç û Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê ragihand ku pirsgirêka herî mezin a Şingalê ewlekarî ye û Şingalî jî hest bi aramiyê nakin lewra naxwazin vegerin.

 

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku demek li ser vegera koçberên Iraqî ji Sûriye, Tirkiye û Urdinê kirine û got: "Bi hevahengiya wan welatan vegerê bi karwan organize dikin, ewên li sînorê Hol a Sûriyê ne, piraniya wan bi xwesteka xwe vegeriyane û em li ser vegera yên din jî kar dikin."

 

Derbaz Mihemed got: "Mezintirîn pirsgirêk li parêzgeha Neynewa ye, ji ber avakirin sist dimeşe û ewlekarî jî wek pêwist nîne. Ji ber grûpên çekdar li Şingalê mezintirîn pirsgirêka ewlehiyê heye û Şingalî jî hest bi aramiyê nakin, lewra naxwazin vegerin."

 

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê amaje bi wê yekê jî da ku di demekê de li Iraqê ti garantiyeke ji sedî sed nîne, lê ji sedî 56ê koçberan vegeriyane û her navçeyeke ne aram be, nikarin koçberan bo vegerê neçar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst