Malbata Şenyaşar li Enqerê nobeta xwe berdewan dike

18-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê Emîne Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêş Dadgeha Rihayê bidawî kir û dê li Enqerê li pêş Wezareta Dadê berdewam bike.

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de mirov û pasevanên Parlamenterê berê yê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emine Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emine Şenyaşar li dûkana xwe û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Emine Şenyaşar û lawê wê Ferit Şenyaşar ku di êrişê de birîndar bûbû ji bo edalet bi cî bibe û tawanbar bêne girtin 9ê Adara 2021ê li pêş Dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar di roja 846emîn de çalakiya xwe bidawî kirin. Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ê ku di hilbijartina 14ê Gulanê de weke Parlamenterê Partiya Çep a Kesk hatibû hilbijartin roja 16ê Temûza 2023ê cara dawî li pêş Dadgeha Rihayê nobet girtin.

Malbata Şenyaşar piştî ku di rûniştina îro ya dozê de li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê kurê wan Fadil Şenyaşar nehat berdan, biryar dan nobeta xwe ya edaletê veguhesînîn Enqerê. Dadgeha Malbata Şenyaşar bo 6ê Cotmeha 2023ê hat paşxistin. 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birîbû, lê Dadgeha Bilind biryar hilweşandibû û daxwaza ji nû ve darizandinê kiribû.

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ferit Şenyaşar piştî rûniştina dadgehê ragihand, dê çalakiya xwe li Enqerê li pêş Dadgeha Dadê berdewam bikin.

Malbata Şenyaşar 16ê Temûza 2023ê di roja 846emîn de çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêş Dadgeha Rihayê bi dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst