Zummar (Rûdaw) – Ji bo beşdarbûn û piştgiriya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, 30 hoz û eşîretên ereb ên li devera Rojavayê Dîcle û nahyeya Zûmmarê, xwepêşandanek saz kirin.
Eşîret û hozên ereb ên Rojavayê Dîcelyê û navçeya Zûmmarê îro 18-7-2017 bi çalakiyekê piştgiriya xwe ya ji bo dewleteke serbixwe ya kurdî ragihandin.
Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ji nahyeya Zûmmarê regihand, zêdetirî 30 hoz û eşîretên erebî yên vê herêmê, bi bilindkirina Ala Kurdistanê xwepêşandanek sazkirin.
Peyamnêrê me da zanîn, ku hozên ereb xwestin rêveberiya navçeyên wan bikeve ser rêveberiya Herêma Kurdistanê û ew jî beşdarî referandûmê bibin.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, ku hozên eren daxuyaniyên berpirsên Iraqê yên li dijî referandûmê û serxwbûna Kurdistanê qebûl nakin.
Kesayetekî ji hozên ereb ji Rûdawê re got: “Armanca xwepêşandana me piştgiriya referandûma 25ê Îlonê ye. Bi vê referandûmê em dê ji stemkarî û gendeliyê rizgarbibin.”
Wî kesayetî diyar kir: “Ji bilî gendelkar û terorîstan ti kes li dijî referandûmê nasekine. Em spasiya serkirdetiya Herêma Kurdistanê û gelê kurd dikin, ku deriyê xwe ji koçberan re vekirin û gelek başî ji navçeyên erebî re kirin. Herwiha wan ji bo me qurbanî dan. Lewma mafê kurdan e ku çarenivîsa xwe diyar bikin, dewleta xwe damezrînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse