GERMIYAN – Jin û mêrek di bûyera trafîkê de jiyana xwe ji dest dan

18-07-2017
RÛDAW
Nîşan Germiyan jin û mêr mirin bûyera trafîkê
A+ A-

Germiyan (Rûdaw) – Jin û mêrekî xelkê navçeya Xaneqînê di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

 

Rêveberê Ragihandina Polîsê Germiyanê Elî Cemal Qidûrî diyar kir, ku îro li ser rêya Serqela û Zinane li nêzîkî gundê Omerbel otomobîlekê teqle avêt.

 

Herwiha Elî Cemal Qidûrî destnîşan kir, ku di encama bûyerê de ajovanê otomobîlê Muzefer Îbrahîm ku di sala 1957an de jidayîk bûye, li gel hevjîna xwe Nafîe Sefer ku ew jî di sala 1966an de jidayîk bûye, jiyana xwe ji dest dan.

 

Li ser sedema bûyerê Rêveberê Ragihandina Polîsê Germiyanê aşkere kir, ku wesayît teqle avêtiye û polîs dest bi lêkolînê kiriye.

 

Jin û mêr niştecihên navçeya Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê ne û herwiha ji bo otopsiyê, termên wan ber bi Tiba Dadî ya Kelarê hatiye veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst