Almanya û Belcîka daxwaza vekirina deriyekî sînorî yê Rojavayê Kurdistanê dikin

19-06-2020
RÛDAW
Deriyê Sînorî yê Til Koçer
Deriyê Sînorî yê Til Koçer
Nîşan Rojava Kurdistan Deriyê Til Koçer Almanya Belcîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya û Belcîka projeye biryareke nû derbarê şandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kirin û tê de xwestin deriyê Til Koçer yê sînorî ji bo derbaskirina wan alîkariyan were vekirin.

Herdu welatan di proje biryarê de eşkere kirin, ku pêwîstiya 11 milyon ji xelkê Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.

Berî niha Rûsya veto bikar anîbû û rê li ber şandina alîkariyan bi rêya Deriyê Til Koçer hatibû girtin, ku berê ji 4 deriyên sînorî alîkarî derbas dibû.

Lê piştî vetoya Rûsya niha alîkar tenê bi rêya du deriyên sînorî yên Tirkiyê derbas dibin, lewma Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji wan alîkariyan bêpar mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst