PDKÎ: Komara Îslamî ya Îranê DAIŞa Şîe ye

18-06-2016
RÛDAW
Nîşan Partiya Demokrata Kurdistana Îranê PDKÎ Pêşmerge Mistefa Hicrî Şino Pîranşar raperîn şoreş Komara Îslamî ya Îranê DAIŞ Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê Rojhilat Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Mistefa Hicrî got Komara Îslamî ya Îranê DAIŞa Şîe ye.


Di peyameke vîdeoyî de ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re sekreterê PDKÎyê bang li cerdevanan kir ku dev ji çek û "xiyanetê" berdin.


Peyama Mistefa Hicrî, piştî şerê vê heftiyê yê navbera Pêşmerge û Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê tê.


Di şerê li gund û deverên nêzî bajarên Şino û Pîranşarê de herî kêm 20 pasevan, cerdevan û fermandeyên Îranê hatibûne kuştin û hejmarek pêşmerge şehîd bûn.


Hicrî got: "Em hişyarî didin kurdên ku bi sedemên cihê çeka rejîmê li dest e yan bi awayekî din li dijî hêza Pêşmerge bi rejîmê re dişixulin. Dev ji çeka dijmin û xiyaneta neteweyê xwe berdin. Dev ji wî nanî berdin ku hun bi qîmetê rijandina xwîna xebatkarên kurd peyda dikin."


Liser şêweyê têkiliya rejîma Îranê digel kurdan û kurdên cerdevan Hicrî diyar kir:


"Pêşmerge tenê yek dijmin dinase, ew jî rejîma Komara Îslamî ye ku hemû mafên gelê Kurd binpê kirine."


Hicrî got Îran herwiha mafên wan kurdên cerdevantiyê dikin jî binpê kirine ku bi destê wan plana kuştina kurd bi destê kurd birêve dibe.


Sekreterê PDKÎyê di axaftina xwe de behsa peyameke payîza sala 1388ê (2009-2010 zayînî) kir ku têde bang li cerdevanan hatibû kirin dev ji çek berdin.


PDKÎ sala 1993ê da ku Herêma Kurdistanê a nû li Başûr ava bûyî nekeve jêr xetereya Îranê dev ji şer berdabû û ji Rojhilatê welêt û Çiyayên Qendîlê yên sînorî vekişiyabû baregehên li Başûr.


Şerê PDKÎ û hêzên din ên Kurdistanê li dijî Îranê ji serdema ragihandina Komara Îslamî ya sala 1979ê heta navîna 1993ê berdewam bû.


Gulana par, PDKÎyê ragihandibû ku ew dê dîsa xebata çekdarî bike.


Sekreterê Giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî Newroza îsal ragihandibû ku ew dê "têkoşîna çiyê bi ya bajêr ve girêbidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst