Ji bo 4 parêzgehan hişyarî hat dayîn

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Hişyarî Barana Gur Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Mereş, Meletî û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiye 18ê Gulana 2024an ragihand ku li parêzgeha Konya û 3 parêzgehên din dê baraneke gur bibare û li herêmên din jî pileya germê 1 heta 3 pileyan zêde bibe.

Li gorî daxuyaniyê, li herêmên Marmara, Ege û Deryaya Spî jî dê toz bibare û divê welatî tedbîrên xwe wergirin.

Ji bo parêzgehên Wan û Colemêrgê jî hişyariya helîna berfê hat dayîn ku dikare bibe sedema hezaz û rewşên din ên neyînî.

Zêdeyî hefteyekê ye li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berf û baranê berdewam e û pileya germê jî li gorî destpêka demsalê daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst