Mesrûr Barzanî û Dîlan Yeşîlgoz civiyan

18-05-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Holanda Dîlan Yeşîlgoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Dad û Ewlehiyê ya Holandayê ya Kurd Dîlan Yeşîlgoz û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser girîngiya darizandina çekdarên DAIŞê bi rêya hevkariyên dadwerî û ewlehiyê, pêwîstiya alîkariya bi qurbaniyên tawanên hovane yên DAIŞê û her wiha li ser pêşxistina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 18ê Gulana 2022an pêşwaziya Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz a ji Dêrsim a Bakurê Kurdistanê kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de hate kirin bi taybetî hemahengiya navbera desthilatên dadweriyê yên her du aliyan.

Her wiha hat diyarkirin, mijareke din a hevdîtinê jî giringiya berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê di şerê dijî çekdarên DAIŞê de û alîkariya qurbaniyên ku ji DAIŞê zirar dîtine bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst