Li devera Şêrawa ya Efrînê şer derket

18-05-2019
RÛDAW
Li Şêrawa YPG û çekdarên opozisyonê pêgehên hev topbaran dikin
Li Şêrawa YPG û çekdarên opozisyonê pêgehên hev topbaran dikin
Nîşan YPG Şêrewa Efrîn Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê ve, “Hêzên Rizgarkirina Efrînê” yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve û çekdarên opozisyona sûriyê yên ser bi Tirkiyê pêgehên hev topbaran dikin.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, îro roja Şemiyê (18.05.2019) nîvro, herdu hêzên navborî bi tundî pêgehên hev li derdora bajarokê Merenazê topbaran kirin.

 

Heman çavkaniyê da zanîn ku Feyleqa Sêyem ji Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê hêzeke zêde kom kiriye û xwe ji bo êrîşa li ser bajarokê Merenazê amade dikin.

 

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, 12 gundên devera Şêrawa di destê YPGê de mabûn.

 

Niha ew gund bi şêweyekî hevbeş ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê û YPGê vê tên kontrolkirin.

 

Ji dema ku êrîşa hikûmeta Sûriyê li ser bakurê Hemayê û başûrê Idlibê dest pê kiriye, carcaran şer û topbarankirin li devera Şêrawa û Şehbayê jî tên encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst