Iraq: Me çekdarekî DAIŞê li Silêmaniyê desteser kir

18-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, hêzên ewlehiyê yên Iraqê piştî 10 mehan ji çavdêriyê, çekdarekî DAIŞê li Silêmaniyê desteser kirine, ku tê tohmetbarkirin li çend bajarên Iraqê êrîşî hêzên ewlehiyê kiriye.

Di daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê de navê wî çekdarî nehatiye aşkerekirin, herwiha behsa dema operasyonê û hûrgiliyên desteserkirina wî endamê DAIŞê nehatiye kirin, lê belê hatiye gotin ku desteserkirina wî “giring” e.

Li gor daxuyaniyê, ew çekdarê DAIŞê bi wêya tê tohmetbarkirin ku li qezaya Samerayê û li bakurê Bexdayê beşdarî di hejmarek êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê de kiriye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ew endamê DAIŞê 10 mehan hatiye şopandin û çavdêriya tevgerên wî hatiye kirin û paşê bi hevahengiya ligel Dije Terora Silêmaniyê di operasyonekê de li bajarê Silêmaniyê hatiye desteserkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê destnîşan kiriye, wê çekdarê DAIŞê destpêkê di “Firqeya Zat Sewarî” ya wê rêxistinê de kar kiriye, paşê çûye sînorê “Wîlayeta Kerkûkê” ya rêxstinê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst