Mereş di nava rojekê de 2 caran hejiya

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze û erdhejên nû berdewam in.

Îro Şemiyê 18ê Adara 2023an di demjimêr 12:25an de li navçeya Andirin a Mereşê bi hêza 4.6 pile erdhejeke din çêbû.

Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), îro Şemiyê di demjimêr 12:25an de li navçeya Andirin ser bi parêzgeha Mereşê erdhejek din bi hêza 4.2 pile çêbûye û kûrahiya wê 6.99 kîlometre bin erdê bûye.

Her Îro Şemiyê 18ê Adara 2023an di demjimêr 08:14an de li navçeya Goksunê bi hêza 4.6 pile erdhejeke din çê bûbû û li navçeyên derdorê jî hest pê hatibû kirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) herwiha ragihand ku piştî herdû erdhejên bihêz ên 6ê Sibata 2023an û heta niha zêdeyî 17 hezar paşlerze çêbûne ku 10 paşlerze bi hêza 6 pile û 51 ji wan jî bi hêza 5 pile bûne.

Roja 6ê Sibata 2023an demjimêr 04:17 deqe du erdhej bi hêzên 7.7 û 7.6 pile li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbûn û 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, di wan erdhejan de heta niha zêdeyî 48 hezar û 448 kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst