Mezintirîn bazara ajelan li Bakurê Kurdistanê hat girtin

18-03-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Riha Siwêreg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mezintirîn bazara ajelan a Bakurê Kurdistanê, ku dikeve navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ji ber metirsiyên vîrusa Koronayê hat girtin.

Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa COVID-19 li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, dest bi cîbicîkirina hin rêkaran hatiye kirin.

Di çarçoveya wan rêkaran de, bazara ajelan a Siwêregê ku bazara herî mezin a ajelan li Bakurê Kurdistanê ye, îro 18ê Adarê ji saet 11:00an ve hat girtin.

Biryar ji aliyê Şaredariya Siwêregê ve hatiye dan û hatiye ragihandin, ku girtina bazarê bi awayekê demkî ye.

Şaredariya Siwêregê di daxuyaniyekê de ragihandiye, “li hember cihên ku hemwelatî ji nêzîk ve hev dibînin û rîska nexweşketina bi vîrusê zêde dikin, tedbîrên me berdewam in. Di çarçoveya tedbîrên tendirustiyê de, ji îro saet 11:00 ve bi awayekê demkî biryara girtina bazara ajelên zindî hate dan”.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê nehatiye kirin, ku bazar dê heta kengê girtî be û dê çalakiyên wê kengê dest pê bikin.

Aboriya parêzgeha Rihayê û navçeya Siwêregê bi taybetî li ser ajeldarî û çandiniyê ye.

Girtina bazara ajelan a Siwêregê bandoreke neyênî li rewşa aborî ya bi sedan malbatan bike.

Li Tirkiyê li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya wî welatî, 98 kes tûşî vîrusa COVID-19 bûne û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst