Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ayşe Berrîs Ekîncî pêşwazî kir.
Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê tevî Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê tevî çend berpirsên din Herêma Kurdistanê ziyaret kir.
Şandeya Tirkiyeyê bi Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Hat eşkerekirin ku di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî hevkariya hevbeş a di warê enerjî û birêvebirina avê de hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê aliyan derbarê hewl û gavên hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê de dîtin û ramanên xwe parve kirin.
Tê gotin ku her du aliyan guherandina yasaya budceya giştî ya Îraqê erênî nirxandin ku dê rê li ber destpêkirina hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê veke.
Hat eşkerekirin ku behsa amadekariyên hinartina petrolê û sûd û encamên erênî yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.
“Hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê di sûda her kesî de ye”
Nêçîrvan Barzanî li ser dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê got, “Hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê di berjewendiya tevahiya Îraqê de ye û dê sûda wê bigihê budceya giştî ya welêt”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew amade ne bi Tirkiyeyê re di warê enerjiyê de hevkariyê bi pêş bixin.
Ayşe Berrîs Ekînciyê jî diyar kir ku ew ji rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ya li ser dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê kêfxweş in.
Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê da zanîn ku Tirkiye di warê pirsgirêkên avê û guherîna avhewayê amade ye hevkariyê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re bike.
Di civînê de çend mijarên din ên girîng hatine gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî beriya bi çend rojan li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Bloombergê re axivî.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku dibe meha adarê dîsa hinartina petrolê dest pê bike.
Hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de beriya du salan hatibû rawestandin.
Berpirsên herêmê ragihandin di vê maweya dirêj de 24 milyar dolar xisara aborî çêbûye.
Hefteya borî Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî ji Bloombergê re gotibû ku Îraq bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixebite da ku pirsgirêkên teknîkî çareser bikin û hewl dide ku xetên boriyan dîsa dest bi hinartina petrolê bikin.
Bandora rawestandina hinartinê ya li ser aboriyê
25ê Adara 2023yan bi rêya xeta boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ya ku ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ber bi Bendergeha Ceyhanê ve diçe rojane zêdetirî 450 hezar bermîl petrol dihate hinartin lê hat rawestandin.
Dadgeha Navbeykariya Navneteweyî ya Parîsê biryar da ku hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê ya bêyî erêkirina Hikûmeta Federal a Îraqê peymanên sala 1973yan bin pê dike.
Piştî biryara Dadgeha Navbeynkariya Navneteweyî ya Parîsê hinartina petrola Herêma Kurdistanê rawestiyabû.
Rawestandina hinartina petrolê ji bo Îraqê pirsgirêkeke nû çêdike.
Îraq neçar e li gorî rêzikên OPECê hilberîna petrolê di asteke diyar de bigire.
Destpêkirina dubare ya hinartina petrolê dibe ku bandorê li vê hevsengiyê bike.
Di 22 mehên dawî de, rojane 400 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê û 75 hezar bermîl jî ji Kerkûkê nayê hinartin.
Meha Kanûna Pêşîn a borî Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Miles Caggins ragihandibû ku ji ber xeta boriya Îraq-Tirkiyeyê ji Herêma Kurdistanê re 23-24 milyar dolar ziyan çêbûye.
Nakokiya Bexda-Hewlêr û yasaya budceyê
Yek ji sedemên herî mezin ên nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de mesrefa hinartina petrolê ye.
2yê Sibatê Parlamentoya Îraqê yasaya budceyê pesend kir û mesrefa hinartina her bermîlekê petrolê ya ji Herêma Kurdistanê ji 6 dolaran derxist 16 dolaran.
Ev rêzik dê 60 rojan berdewam bike û piştre dê ji aliyê komîsyoneke navneteweyî ve were nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse