Li Geverê xanî û otomobîl di bin berfê de man

18-02-2020
RÛDAW
Rêyên 271 gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin
Rêyên 271 gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, piştî barîna berfeke zêde ‎xaniyên yek qatî û otomobîl di bin berfê de wenda bûn. Rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin û ‎rojek navber bo xwendinê hat dayîn.‎

Li Geverê berfê jiyan rawestandiye. Li navçeyê bilindbûna berfê yek metre derbas kiriye û rêyên gelek ‎gundan hatine girtin. Li navenda bajêr metreyek û li deverên bilind jî nêzîkî 3 metreyan berf bariya ye. ‎Herwiha çûn û hatin jî zehmet bûye.‎

Paqijkirin û vekirina rêyan ji aliyê tîmên Rêveberiya Taybet a Colemêrgê ve berdewam in û yek roj ‎navber bo xwendinê hat dayîn.

Li Colemêrgê rêyên 19 gund û 51 mezra, li Çelê 8 gund û 14 mezra, li ‎Şemzînanê 13 gund û 53 mezra, li Geverê 33 gund û 71 mezrayan, bi giştî rêyên 271 gund û mezrayan ji ‎ber berfê hatine girtin.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst