Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Berwarî ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ve, 40 kesên ku ligel otomobîlên xwe li ser rêya Geçittepe di nav berfê de asê mabûn, ji aliyê tîmên Rêveberiya Taybet a Berwariyê ve hatin rizgarkirin.
Li bajarokê Berwarî barîna berfa zêde bandoreke neyênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye û çûn û hatin jî zehmet bûye.
Xelkê gundên navçeya Geçittepe ku ji bo kirîna kelûpel û xurakê diçûn qezaya Berwariyê, ji ber berfa zêde ligel otomobîlên xwe di rê de man.
Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên Rêveberiya Taybet a Berwarî, bo cihê bûyerê hatin şandin.
Piştî vekirina rê tîman xwe gihandin 40 kesên ku di berfê de asê mabûn û ew rizgar kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse