Ji Encumena Tenduristî ya Efrînê daxuyaniya gaza bijehr

18-02-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Çeka Kimyayî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Encumena Tenduristî ya Efrînê ragihand ku artêşa Tirkiyê li Efrînê dijî sivîlan  gaza bijehr bikaraniye. Karmendên laboratuvarê yên bi ser Encumena Tenduristî ya Efrînê encamên lêkolînên xwe eşker kirin.

 

Encumena Tenduristî ya Efrînê di civîneke çapemeniyê de îdîa kir ku Artêşa Tirkiyê 16ê Sibatê di operasyona ser Efrînê de dijî welatiyên sivîl ên gundê Erendê ya Şiyê gaza bijehr bikar aniye.


Di daxuyaniya Encumena Tenduristî ya Efrînê de ku Endamê Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê Dr. Xelîl Sebrî xwend wiha hat gotin: “Artêşa dagirker li dijî welatiyên sivîl hemû teknolojiya leşkerî û çekên kîmyawî yên qedexekirî bikar tîne. Piştî ku artêşa dagirker li hemberî berxwedana serdemê nikaribû pêşve were, asta hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêmê zêde kir û çekên kîmyawî bikar tîne.


Ji ber vê, em bang li hemû saziyên navnetewî yên peywendîdar û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku lêpirsîneke navnetewî û serbixwe di derbarê bikaranîna Tirkiyê ji çekên kîmyayî re bidin destpêkirin. Em amade ne di vê derbarê de bi van aliyan re hevkar bin da ku karibin nimûneyan ji diyardeyên bikaranîna çekên kîmyawî werbigirin û lêpirsînên xwe bidin destpêkirin. Em bang li Netewên Yekbûyî dikin ku civîneke awarte li dar bixe û vî şerê hovane li dijî welatiyên Efrînê rawestîne.”


Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA duh îdîa kir ku Artêşa Tirkiyê di operasyona ser Efrînê de gaza bijehr bikaraniye û wêneyên birîndaran belav kir. Ajansê ku nûçeya xwe sipartiye daxuyaniya doktorê nexweşxaneya Efrînê, da zanîn ku di operasyonê de 6 sivîl rûbirûyê gaza bijehr bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.


Ajansa nûçeyan a Amerîkan Associated Pressê îro ragihand ku rayedarekî Koşka Spî ku nexwest navê wî were eşkerekirin gotiye: “Em derveyî îhtimalê dibînin Tirkiyê li Efrînê çekên kimyawî bikar anibe. Em bang dikin ku li Efrînê dûrî sivîlan herin û sivîl werin parastin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst