Li gundekî Kurdên Şebek teqîn: 3 zarokan canê xwe ji dest dan

17-12-2022
RÛDAW
Nîşan Başîk Kurdên Şebek Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî Kurdên Şebek di teqîna hawanekê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Rifat Simo ji Rûdawê re ragihand, roja Înê li gundê Omerqapçî yê ser bi nahyeya Başîk a Neynewayê ku şêniyê wê Kurdên Şebek in, çend zarokan bi paşmayên DAIŞê dilîstine û di encama teqîna hawanê de 3 zarokan canê xwe ji dest dane û zarokekî din jî bi giranî birîndar bûye.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Rifat Simo diyar kir ku ji ber barana zêde ew teqemenî li geliyê gund derketiye holê. Zarokan kevir avêtine û di encamê de teqiyaye. Îro li gund şîn hatiye danîn.

Li bakur û rojhilatê Neynewayê nêzî 57 gundên Kurdên Şebek hene. Piraniya wan li nahyeya Başîk a navçeya navendî ya Mûsilê û navçeya Bertle ya navçeya Hemdaniyê ya parêzgeha Neynewayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst