HSDê: Îstîxbarata Tirkiyê Telal Silo revandiye

17-11-2017
RÛDAW
Telal Silo
Telal Silo
Nîşan Telal Silo HSD Tirkiye Artêşa Azad
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Piştî cûdabûna Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo, HSDê di yekemîn daxuyaniya xwe de ragihand, ku têkiliyên wan bi Telal Silo re hatine birîn û hikûmeta Tirkiyê bi revandina Telal Silo tewanbar kir.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de aşkere kir, ku Telal Silo bi îradeya xwe tevlî nav refên wan bibû û weke Berdevkê HSDê kar û xebata xwe bi temamî dikir.

 

HSD diyar dike, di demên dawiyê de Silo rastî fişara hikûmeta Tirkiyê bibû û gelek hewldida da ku li ser karê xwe bimîne lê hikûmeta Tirkiyê gef li malbata wî dikir, ku li Tirkiyê dimîne.

 

HSD eşkere dike, ku ta vê gavê ti sedem û hurguliyên zêde li ser windabûna Telal Silo tune ne û lêkolîn li ser wê yekê tê kirin, ku bizanin ka Telal Silo li ku derê ye û li cem kê ye.

 

HSDê tekez kir ku ew îstîxbarata Tirkiyê tewanbar dikin, ku wan Telal Silo revandiye.

 

Roja 15ê Mijdarê li ser zarê fermandarên Artêşa Azad a Sûriyê hatibû ragihandin, ku Berdevkê HSDê Telal Silo bi alîkariya Artêşa Azad cûda bûye û bi riya bajarê Cerablusê derbasî Tirkiyê bû ye.

 

Eqîd Telal Silo, di sala 1965 de li Rahî ya girêdayî parêzgeha Helebê ji dayîk bûye, bi eslê xwe Tirkman e. Di sala 1985 de tevlî artêşa Sûriyê bûbû. Di sala 1987 de bûbû mulazim, di sala 2004 de jî ji artêşê cuda bûbû, piştre hatibû girtin û nêzîkî 20 mehan di zindana Sîdnaya de mabû.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî, roja 11 meha 10 a sala 2015 di konferanseke rojnamevanî de hatibû ragihandin, û Telal Silo yekemîn berdevkê wê hêzê bû.

 

Talal Silo berdevkê HSDê bû û yek ji kesayetiyên navdar bû di nav rêzên HSDê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst