Hevserokê Şaredariya Wanê hate desteserkirin

17-11-2016
RÛDAW
Nîşan Bekir Kaya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Polîs
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hate desteserkirin.


Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin, îro danê sibê polîsan avêtin ser avahiya şaredariya Wanê û lêgerîn pêk anîn.

 

Di heman demê de Hevserokê Şaredariya Wanê ya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bekir Kaya, li taxa Îpekyolû ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

 

Bekir Kaya beriya niha jî ji doza KCKê hatibû dadgehkirin û 15 sal cezaya girtinê wergirtibû.

 

Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm destnîşan kir.

 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst