DÊRSIM – Di daxuyaniya Rojavayê Kurdistanê de 8 kes hatin desteserkirin

12-10-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Polîs
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, îro polîs rê neda ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê derbarê êrişên ser Rojavayê Kurdistanê û Filîstînê daxuyaniyê bide.

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi beşdariya Parlamentera YSPyê Ayten Kordu ji bo protestokirina êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û Filîstînê li Kolana Hunerê civiyan.

Polîsan bi hinceta ku bi biryara Parêzgariya Dêrsîmê hemû cure meş, civîn û çalakî hatine qedexekirin destûr neda ku daxuyanî bê dayîn.

Di navbera gel û polîsan de nîqaş derket û aloziyê demeke dirêj berdewam kir.

Di encama bûyeran de polîsan rê neda ku Ayten Kordu pankartê jî veke û midaxeleya xwepêşanderan kir.

Di nav de Hevserokê YSPyê yê Dêrsimê Ferhat Yildiz û Serokê EMEPê yê Dêrsimê Ergun Tekî bi tevahî 8 kes hatin desteserkirin.

 Polîsan kesên hatin desteserkirin veguhest Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsîmê.

Bi biryara Parêzgariya Dêrsimê ji demjimêr 00:01ê 12ê Çiriya Pêşîn heta demjimêr 23:59ê 15ê Çiriya Pêşîn hemû çalakiyên weke civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana kon û çalakiyên din hatibûn qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst