Efrîn: Grûpa Emşatê ji bo kolana bîra avê 1000 dolarî ji cotkarên Kurd distîne

17-10-2023
RÛDAW
Nîşan Grûpa Siltan Silêman Şah Grûpa Emşatê Efrîn Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpa Siltan Silêman Şahê jibo kolandina her bîreke avê ya çandiniyê 1000 dolarî li ser cotkarên Kurd ferz kiriye.

Li gorî Encûmena Xwecihî ya nehyeya Mabata ya Efrînê, grûpa Siltan Silêman Şah ku wekî "Emşat" jî tê naskirin ji bo kolandina her bîreke avê ya çandiniyê 1000 dolarî li ser cotkarên Kurd li her sê navçeyên Mabata, Şiyê û Cindirêsê ferz kiriye.

Herwiha Encûmena Xwecihî ragihand ku cotkarên Kurd dixwazin li ba aliyên peywendîdar giliyê grûpa Emşatê bikin.

Lê ji ber ku cotkarên Kurd nikarin 1000 dolarî bidin û ditirsin çekdarên Emşatê li wan şkence bikin, karê kolandina bîran rawestandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, 9ê Çiriya Pêşîn 2023yan fermandarên Emşatê li gel xelkê nehyeya Şiyê ya Efrînê civiya bûn û 9 dolar li ser berhemê her dareke zeytûnan ferz kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst