Li Semsûrê şer û pevçûn: 2 welatî birîndar bûn

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Semsûr Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê bi çekan ê di navbera dû grûban de 2 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan îro 17ê Îlona 2022ê li Taxa Ulucamî ya Semsûrê di navebera dû grûban de şer derketiye. Piştî demekê nîqaş çêbû, herdû aliyan şerê hev kirin.

Di şer de çek jî hatin bikaranîn û di encama teqekirina bi çifteyê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Hat ragihandin ku rewşa tendirûstî ya birîndaran baş e û polîsan têkildarî bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Dîmenên bûyerê ji aliyê kameraya çavdêriyê ya dikanekê ve hatine tomar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst