Baroya Amedê bo Davutoglu: Di kuştina Tahîr Elçî de berpirsiyariya te jî heye

17-09-2021
RÛDAW
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren
Nîşan Baroya Amedê Nahît Eren Tahîr Elçî Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê û malbata Tahir Elçî li ser gotinên Ahmet Davutoglu ên ku di hevpeyvîna Rûdawê de kiribûn daxwazname pêşkêşî dadgehê kirin û xwestin ku li serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî were guhdarkirin. Di derbarê hevdîtina Baroya Amedê bi Davutoglu re Nahît Eren wiha got “Me jê re got tu berpirsiyarê wê demê yî, serokwezîr bûyî, berpirsiyarîtiya te jî heye, divê tu di derheqê wî kujerî de me agahdar bikî.”

Davûtoglu hem di hevpeyvîna li gel Rûdawê de û hem jî di seredana Baroya Amedê de gotibû, “Tahir Elçî bû qurbaniyê suîkasteke siyasî.

Li ser van gotinên Ahmet Davutoglu ji bo ku di doza Tahir Elçî de lê bê guhdarkirin, malbata Elçî û Baroya Amedê  daxwaznameyek pêşkêşî 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kirin.

Baroya Amedê û malbata Elçî di daxwaznameya xwe de amaje bi wê yekê dane ku Ahmet Davutoglu roja 12ê Îlonê serdana baroya wan kiriye û di wê serdana xwe de li ser kuştina Tahir Elçî hinek agahî dane û ji ber vê jî ew dixwazin di runiştina dozê de li Ahmet Davutoglu jî bê guhdarkirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren beşdarî bultena Rûdawê taybet bo Bakur bû û di derbarê hevdîtina wan ya bi Ahmet Davutoglu re axivî.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di derbarê serdana Ahmet Davutoglu ya bo Baroya Amedê diyar kir ku ew serdan di çapemeniya civakî de hat rexnekirin û wiha berdewam kir “Dema ku daxwaziya hevdîtnê ji aliyê Davutoglu ve hat, me dizanibû dema ku ew hevdîtin pêk bê, em dê bi awayekî bên rexnekirin. Lê me di nav rêveberiya xwe de nîqaş kir û me got serlêdan li me kiribe û ji bo vê serdanê bê, em dê serdana wî qebûl bikin.”

Nahît Eren sedema qebûlkirina serdana Davutoglu wiha destnîşa kir “Ji kuştina Tahîr Elçî vir ve cara yekem e em dê bihatina rû hevdu. Ji ber ku wê demê Davutoglu berpirsiyarê siyasî bû, Serokwezîrê Tirkiyê bû. Hevdîtîn ji me giring bû. Me got em dê derhqê kuştina Tahîr Elçî de agahiyê veşartî yên ku di nav gel de nayên zanîn û nehatina ziman pê re biaxivin.”

Di derbarê naveroka hevdîtina bi Davutoglu re Eren wiha got “Me jê re got tu berpirsiyarê wê demê yî serokwezîr bûyî, berpirsiyarîtiya te jî heye, divê tu di derheqê wî kujerî de me agahdar bikî. Davutoglu jî got ras te, di wê demê de dema ku Tahîr Elçî hat kuştin ez serokwezîr bûm. Min talîmatê xwe da, ji bo ku ev kujer bê zelalkirin. Got mixabin di nav dewletê de jî wek salê 90î hinek grûpên cuda hene û ew grûp hê jî di nav dewletê de cih digrin. Û got ew grûp bûne sedema stendina serokwezîriya wî. Tiştek zelal ji me re ne got. Tiştê ku heye got `ew cinayet sûîqeteke siyasî ye.`”

Herwiha Serokê baroya Amedê Nahît Eren tekez kir ku Davutoglu gotiye di dema serokwezîrtiya wî de çi qewimiye, ew dê wî warî de bibe alîkar.

Roja 28ê Mijdara 2015an Serokê Baroya Amedê ê wê demê Tahir Elçî di dema daxuyaniyekê de li navçeya Sûrê ya Amedê li kêleka Minareya Çar Ling li ber çavê rojnamevan û kamerayên vekirî, rastî êrîşeke çekdarî hat û canê xwe ji dest da. Kamera Rûdawê jî li cihê bûyerê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst