‘Berhem Salih amade ye garantî bide Pavêl Talebanî’

17-09-2018
RÛDAW
Nîşan YNK Berhem Salih Pavêl Talebanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Civînên serkirdetî û polîtbûroya YNKê ya ji bo zelalkirina berbijêrê serokomariyê yê vê partiyê berdewam dikin. Li gorî zanyariyan di nav 5 berbijêran de navê Mele Bextiyar û Berhem Salih derdikevin pêş.

 

Biryare Parlamentoya Iraqê roja 25ê Îlona 2018ê ji bo hilbijartina serokomarê nû bicive. Paşî serokomarê nû serokê fraksiyona hgerî mezin a parlamentoyê ji bo pêkanîna kabîne û hikûmeta nû radispêre. Li gorî şêrîkatiya di nav pêkhateyên Iraqê de postê serokwezîriyê para Erebên Şîe, postê serokê parlamentoyê Erebên Sunne û serokomarî jî yê Kurdan e.

 

Lê niha di nav Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê li ser diyarkirina namzedê vê postê milmilaneyek heye. Roja 16ê Îlonê polîtbûroya YNKê li Silêmaniyê civiya û di wê civînê de navê Serokê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Berhem Salih û Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar derketin pêş.

 

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji endamekî serkirdetiya YNKê wergirtiye, heta beriya wê civînê şansê Berhem Salih zêdetir bûye lê piraniya endamên polîtbûroyê piştgirên Mele Bextiyar bûne.

 

Endamê serkirdeyê YNKê da zanîn, ku Pavêl Talebanî pêdagirî dike ku Berhem Salih bibe berbijêrê partiyê û got: “Armanca wî jî ew e ku Berhem Salih bike berbijêrê YNKê û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî ya bi serokatiya wî hilweşe da ku astengiyên li pêşiya YNKê yên di dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî kêm bike.”

 

Wî endamê serkirdetiyê herwiha diyar kir: “Piştî civîna polîtbûroya YNKê Erselan Bayiz, Îmad Ehmed û Pevêl Talebanî çûne cem Berhem Salih û jê re gotine pêwîste bi fermî vegera xwe ya nav YNKê ragihîne. Wê demê dikarin wî bikin berbijêrê YNKê yê serokomariya Iraqê û paşî ligel PDKê dikarin li ser vê mijarê gotûbêjan bikin.”

 

Mihemed Sabîr û Letîf reşîd, ku herdu jî zavayên Talebanî ne û hê jî bi rijd in ku bibin berbijêrê serokomariyê. Herwiha Fûad Mehsûm jî ku endamê desteya damezrêner ê YNKê ye, ji Encûmena Navendî ya YNKê xwestiye 4 salên din jî erkê serokomariyê birêve bibe. Lê armanca mezin a YNKê ew e, ku Berhem Salih vegerîne nav partiya xwe da ku rewşa paşerojê bandorê li Tevgera Goran jî bike.

 

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna doh de berbijêrê wan ê serokomariyê nehatiye zelalkirin û piştî civîna li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dê careke din encûmena serkirdetiyê bicive û vê mijarê yekalî bike.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê berî Berhem Salih razî bibû li hember wergirtina posta serokomariyê vegere nav YNKê lê pirsgirêk li ser mekanîzmaya vegera wî derketine. Berhem Salih amade bûye bi nivîskî garantî bide Pavêl Talebanî, ku beşdarî kongreyê dibe. Lê YNKê jê re gotiye ku pêwîste di dema propagandaya hilbijartinan de vegera xwe ragihînî.

 

Endamê serkirdetiya YNKê Ferîd Eseserd jî di vê derbarê de got: “Beriya civîna encûmena serkirdetiyê me biryar da şandek biçe cem Berhem Salih û jê bixwaze vegere nav partiyê da ku bibe berbijêrê postê serokomariyê.”

 

Eseserd herwiha diyar kir: “Şêwazê vegerandina wî ne pir giring e. Dikare bi daxuyaniyekî eşkere bike yan jî YNK daxuyaniyê belav bike û bêje Berhem Salih vegeriyaye nav partiya xwe.”

 

Piştî ku Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî ya bi serokatiya Berhem Salih ragihand, ku ew beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nabin, YNKê hewldanên xwe yên ji bo vegerandina Berhem Salih zêdetir kirine.

 

YNK dixwaze bi vî awayî du armancan pêk bîne. Ya yekemîn; Hevpeymanî vegere nav YNKê û dengên xwe yên belav bûne kom bike, ya duyemîn jî pêşkeşkirina namzedekî bihêz e ji bo serokomariyê. Bi nêrîna YNKê ne aliyên Kurdistanî û ne jî yên Iraqê li hember namzedbûna Berhem Salih xetên sor destnîşan nakin, ku Berhem Salih bixwe jî dixwaze bibe serokomar.

 

Lê heta niha jî Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî agahiyên derbarê vegera nav YNKê red dikin.

 

Lê endamekî serkirdetiya YNKê dibêje, vegera Berhem Salih bêkêşe nabe. Bi gotina heman serkirdeyê YNKê, PDK li hember berbijêrbûna Beh,rhem Salih nabe asteng û herwiha jê re gotine, "Eger YNK  berbijêrbûna te qebûl bike em jî piştgirî didin te."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst