Li Urmiyeyê 317 kesan di bûyerên cuda de canê xwe ji dest daye

17-08-2023
RÛDAW
Nîşan Urmiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkiya Dadê ya Urmiyeyê ragihand ku di 4 mehên borî de 317 welatiyan di bûyerên trafîk, xeniqîn û şewatê de canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Giştî yê Bijîşkiya Dadê ya Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Mûsa Edîb, amarên kesên ku ji ber bûyerên trafîk, xeniqîn û şewatê di 4 mehên borî de canê xwe ji dest daye belav kirin.

Mûsa Edîb diyar kir ku îsal di bûyerên trafîkê de 283 kesan canê xwe ji dest daye û 4 hezar û 594 kes jî birîndar bûne.

Herwiha ragihand ku 19 kes di nava çem, gol û bendavan de xeniqîne û 15 welatiyan jî ji ber şewatan canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Giştî yê Bijîşkiya Dadê ya Urmiyeyê destnîşan kir ku îsal 10 hezar û 403 dosyeyên pişkinînê ji bo birîndarên şer û pevçûnan hatine tomarkirin.

Ev amar li gorî sala borî ku 6 hezar û 974 dosye bûn, zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst