Li Colemêrgê ji ber zêdebûba kuliyan cotkar rûbirûyê zehmetiyan dibin

17-07-2022
RÛDAW
Li hin gundên navçeya Geverê ji ber ku ligel germbûna hewayê hejmara kuliyan jî zêde dibe cotkar rojên dijwar derbas dikin.
Li hin gundên navçeya Geverê ji ber ku ligel germbûna hewayê hejmara kuliyan jî zêde dibe cotkar rojên dijwar derbas dikin.
Nîşan Colemêrg Gever Cotkar Kulî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên çend gundên parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna kuliyan li nav zeviyên çandiniyê rûbirûyê zehmetiyan dibin û muxtarê yek ji wan gundan jî dibêje eger rewş wiha berdewam bike ew dê di salên bê de nikaribin çandiniyê bikin.

Li hin gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji ber ku ligel germbûna hewayê hejmara kuliyan jî zêde dibe cotkar rojên dijwar derbas dikin.

Muxtarê Gundê Anîtos ê girêdayî Colemêrgê Kadir Dagdeviren derbarê mijarê de axiviye û dibêje: "Hejmara kuliyan gelekî zêde ye. Eger wiha berdewam bike em dê nikaribin di salên bê de çandiniyê bikin. Ew zererê dighînin genim û nokan.”

Kadir Dagdeviren dibêje heta niha çendîn car kar û xebatên dermankirinê hatine kirin, lê tevî vê yekê ev pirsgirêka wan her berdewam bûye. Navborî da zanîn ku li gund û mezrayên Çardewar, Dara û  Zîzanê yên Colemêrgê jî heman pirsgirêk heye û got: "Di serdemên ku kulî zêde dibin de berhemê me nêvî kêm dibe."

Dagdeviren herwiha got: “Îsal dîsan baş e, lê eger wiha be em sala bê nikarin ti tiştekî biçînin. Dema ew dest bi zêdebûnê dikin her yek ji wan hezar heban tine. Em once, genim û nokan diçînin û di van berheman de em rûbirûyê gelek pirsgirtêkan dibin. Kar û xebatên dermankirinê hatin kirin, lê têr nakin. Cotkarên gundên Çardewar, Dara û Zîzanê û hema bêje hemû gundên deştê rûbirûyê heman pirsgirêkê dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst