Îdia: Li Çiyayê Gareyê berpirsekî payebilind ê PKKê canê xwe ji dest daye

17-07-2022
RÛDAW
Nîşan PKK MIT HPG Çiyayê Gare
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku di operasyona ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) ve li Çiyayê Gare ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin de endamê Konseya Fermandariyê ya HPGê Izetîn Înan ê bi nasnav "Dêrsim Meletî" canê xwe ji dest daye.

Li gor nûçeya AAyê ku xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê, MITê endamê Konseya Fermandariyê ya baskê leşkerî yê PKKê, HPGê û berpirsê Akademiyên Apollo Izetîn Înan ê bi nasnav " Dêrsim Meletî" şopandiye.

Hat diyarkirin ku Izetîn Înan dema ku li Çiyayê Garê ya Herêma Kurdistanê bi endamên rêxistinê re hevdîtinek pêk dianî bû armanca operasyona MITê.

Hat ragihandin ku Izetîn Înan di sala 1992an de tevlî PKKê bûye û di şûna yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Xelef El Mihemed bi nasnav "Sofî Nûrettîn" de cih girtiye.

Her wiha AAyê di nûçeyeke xwe ya berê de diyar kiribû ku Sofî Nûrettîn par di operasyoneke ku ji aliyê MIT û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve hat lidarxistin de canê xwe ji dest daye lê heta niha PKKê ev agahî piştrast nekiriye.

Li aliyê din heta niha li ser operasyona li dijî Izetîn Înan çavkaniyên PKKê ti daxuyanî belav nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst