Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de serxweşî li malbat û peyrewên Şêx Seyfullah Ensarî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û got, “Sersaxiyê li malbata rêzdar û kesukar û nas û murîd û peyrewên xwedêjêrazî Şêx Seyfullah Ensarî, Şêxê Terîqeta Neqşebendî ya li Kurdistan û Tirkiye dikim.”
Nêçîrvan Barzanî di wê peyama xwe de hevsozî û hevxemiya xwe derberî û diyar kir, “Ji Xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bide hemûyan.”
Xelîfeyê dawî yê Seyîd Qedirê Cizîrî Şêx Seyfullah Ensarî roja 13ê Tîrmehê li Amedê jiyana xwe ji dest dabû.
Şêx Seyfullah ku weke Bav Şêx jî dihate naskirin ji terîqeta nexşebendî bû. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran mirîd ango mirşîdê wî hebûn. Ew ji kamera û çapemeniyê dûr, li Amedê bi beşdariya bi hezaran kesan hate veşartin.
Şêx Seyfullahê Ensarî bi gotineke din Bav Şêx, piştî ku xelîfetiya xwe ji Seyîd Qedîrê Cizîrî girt, li navçeya Hênê ya Amedê dest bi îrşada tesawifê kir. Di demeke kurt de li wê herêmê nav û dengê wî belav bûbû.
Şêx Qedîrê Cizîrî ku mamosteyê olî yê Şêx Seyfullah Ensarî bû, yek ji nûnerê herî naskirî yê xeta neşxebendiyan bû. Ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye û welatên din ên misilman gelek kes xwestin ji wî xelîfetî wergirin.
Lê wî xelîfetî neda herkesî. Ji nava wan oldaran tenê xelîfetê da 12 kesan ku yek ji wan jî Şêx Seyfullahê Ensarî bû. Hemû xelîfeyên Seyîd Qedîrê Cizîrî heta roja îro jiyana xwe ji dest dabûn û tenê Şêx Seyfullah li heyatê mabû. Wî jî di 13ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse