Masiyên Gola Wanê di rêya koça hêkkirinê de ji bêavî mirar bûn

17-06-2022
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gola Wanê Koça Masiyan Bêgir Mirarbûn
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li navçeya Bêgiriyê ya Wanê, Saziya Dewletê ya Karûbarên avê DSÎyê, ev demeke deriyên bendava çemê Bendî Mahî girtine. Ji ber kêmbûna ava çem bi hezaran masiyên încî kefalî yên ku di werza zayînê de ne ji bêavî û bêoksîjenbûnê mirar bûne her waha ji ber nebûna avê koça wan jî rawestîya ye.

Erol Dûran jî rûniştvanek Bêgiriyê ye û aktîvîstek jîngehê ye berî çend rojan ewî van wêneyên masiyên mirarbûne kişandiye ew dîsa li benda mesîyan e û çevdêriya rewşê dike.

Rûniştvanê Bêgiriyê Erol Dûran dibêje “Van wêneyan heftek berî niha me kişandibû. Li bin pira Qerexanê û li vira me wan wêneyan kişand. Wê çaxê av zêdetir bû. Anha êdî ev ava hatiye birîn. Vê qasê av nemaye. Hûn dibînin ku masî jî nemane. Bi hezaran masî mirar bûbûn û serpiştê ketibûn. Ji xwe vê qasê masî li vir nemane.”

Cûreya taybet a masiyan a Gola Wanê încî kefalî hersal di navbera 15 Nîsanê û 15 Tîrmehê de ji bo hêkan bikin ji Gola Wanê koçî avên şirîn dikin. Li Wanê sê çemên girîng ên koçkirina încî kefalî hene. Yek çemê Geliyê Zîlan, yê din çemê Payê, yek ji cîhê herî lê zêde koç dikin jî ev çemê Bendî Mahî ye ku piştî rêwîtiya nêzîkî 10 kîlometreyan xwe digihînin çemê Bendî Mahî hêk dikin û dîsa vedigerin golê.

Endamê Komeleya Jîngehê ê Çev-Derê Zeynel Abidîn Çelebî got “Li jêrê av nemaye li jorê av nemaye.Yên hatine jorê ji xwe mehsûr mane û mirine, yên jêrê jî ji xwe nikarin werin. Ev jî ji xwe hûn dibînin, karesateke ku nayê terîfkirinê ye. Li vê jorê çend HES hene. Berî ku ji bo elektrîkê HES bikevin vira, bi salan ev ava metroyek bilind bû. Mixabin di çend salên dawî de ev qeza winda bû. Van deran hemû sazlix bûn, cûr be cûr teyrik hebûn, çivîk hebûn, flamîngo hebûn, legleg dihatin, quling dihatin, qubeqaz dihatin, anha ji xeynî van qirikên reş tu yekî nabînî.”

Di vê serdema ku nêçîrkirina încî kefalî qedexe ye û ji bo parastina wan bernameyek taybet birêve diçe jî ev qewimîna ku di encama xwe karesatek derxistîye holê bertêkên rûniştvanên Bêgiriyê jî bi xwe re anî ye.

Welatî Ahmet Baygumuş diyar kir “Dibêjin ji bo masiyan emê can sûyû berdin, ma eva cansûyî ye.! Kîjan masî wê di ser van keviran re here. Ma qey lingê masiyan hene ku pê derkevin herin. Hingî HES hatine çêkirin bostanên me hişîn nabin, zeviyên me hişîn nabin li ber vê avê. Ka masî wê çawa di vê avê de bijîn.”

Dorhêla Gola Wanê bi bejayî giştî 430 kîlometreye û hersal zêdetirî 10 hezar ton masî tên nêçîrkirin ku dahata wan masiyan ji bo Wanê salane 10 milyon dolar in û li gor rayedaran nêzîkî 15 hezar malbat jî debara xwe bi masivaniya ji golê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst