Li Rihayê 14 kes bi tohmeta hilberîna zêrên sexte hatin desterkrin

17-06-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Rihayê û navçeyên wê  14 kes bi tometa  hilberîna zêrên sexte hatin desteserkirin.

Tîmên Girêdayî Şaxa Bergiriya Tawanên Rêkxistî û Qaçaxiyê yên girêdayî Rêveberiya Emnî ya Rihayê, bi biryara Serdozgeriya Komarî ya  parêzgehê li navenda bajêr û navçeyên wê yên  Pirsûs, Heweng û Kaniya Xezalan, bi îdiaya hilberîna zêrên sexte li 20 navnîşanan operasyonek encam da.

Di encamê de 14 kes 14 kes bi tometa  hilberîna zêrên sexte hatin desteserkirin.

Herwiha hêzên ewlekariyê di encama lêgerînên li wan navnîşanan de dest bi ser hejmarek zêde ya zêrên sexte û qalibên ku di çêkirina  wan de tên  bikaranîn girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst