FLAŞ - Ti konsul û nûnerên dewletan neçûne merasîma YNKê û Gorranê

17-05-2016
RÛDAW
Mersîma ragihandina rêkevtina YNK û Gorranê
Mersîma ragihandina rêkevtina YNK û Gorranê
Nîşan Silêmanî YNK Gorran Rêkevtin Konsul PDK
A+ A-

Silêmanî (Hewlêr) - Konsulên welatên biyanî, nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û 5 serkirdeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) di merasîma rêkevtina YNK û Tevgera Gorranê de amade nebûne.

 

Merasîma ragihandina rêkevtina navbera Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Gorranê li Grand Millenium Hotel hate lidarxistin û bi sirûda Ey Reqîb û rêzgirtin li şehîdan destpê kir. Piştre naveroka rêkevtinê hate xwendin ku ji 25 madeyan pêk tê.

 

Peyamnêrê Rûdawê ku lihevkirina YNK-Gorranê dişopîne, ragihand Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, nûnerên xwe şandine merasîmê.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê endamê Polîtburoya YNKê, Se'dî Ehmed Pîre û berpirsê liqa Hewlêrê ya YNK Rizgar Elî, bi dest vexwendnameyek ji PDKê re biriye û her çend Gorran jî razî bûye, PDKê nûner neşandiye rêwresmê.

 

YNK û Gorranê herwiha vexwendname ji hemû konsulxaneyên li Başûrê Kurdistanê re birine, lê belê ji wan jî tu alî beşdarî rêwresmê nebûn.

 

Herwiha, rêvebirê polîtburoya YNK Mela Bextiyar û berpirsên din, Azad Cundiyanî, Erselan Bayîz, Ednan Muftî, Hemeyê Hemeseîd ji ber nerazîbûna li hember rêkevtinê, di merasîmê de amade nebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst