Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) ragihand ku di nava 3 meh û nîvan de 19 karkerên zarok mirine.
Li gorî rapora Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran sala 2024an 71 zarokan li ser kar canê xwe ji dest daye.
ISIG ragihand ku ji destpêka îsal heta 15ê Nîsanê 19 zarokan li ser kar canê xwe ji dest daye.
ISIGê meha adara îsal jî ragihandibû ku sala 2025an bi herî kêm 145 karkeran canê xwe ji dest daye û 6 ji wan zarok in.
Destpêşxeriya Reforma Perwerdeyê îsal derbarê rewşa zarokên karker raporek belav kiribû û gotibû heyama 2023-2024an 612 hezar û 814 zarokan dest ji dibistanê berdaye û ji sedî 22,1ê wan ketine nav jiyana kar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse