Şandeke Amerîkî serdana Laleş kir

17-04-2018
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Laleş
Laleş
Nîşan Laleş Êzidî Amerîka Şamd
A+ A-

Laleş (Rûdaw) –  Şandekî Amerîkî ya bi serokatiya Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê Joey Hood serdana Perestgeha Laleşê kirin. Şanda Amerîkî piştevaniya welatê xwe ji bo Kurdên Êzidî nîşan da, bi taybetî yên hîna di destê DAIŞê dene û çarenivîsa wan nexuya ye.

 

Kurdên Êzidî ji bo cejna Çarşema Sor çûne ser tirban. Di vê heftiyê de bi hezaran kes ji bo pîrozkirina wê cejnê li Laleş û di nava kampan de dicivin.

 

Şandekê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û Konsulxaneya wî welatî ya Hewlêrê duh serdana Laleşê kirin û li gel kesayetên siyasî û olî yên Kurdên Êzdî civiyan.

 

Şanda Amerîkî bi helkefta Cejna Çarşema Sor pîrozbahî li Kurdên Êzidî kirin û piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdên Êzidî anîne ziman.

 

Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê Joey Hood ragihand, ku ew hatine da ku ola Êzdayetiyê zêdetir nas bikin û beşdarî pîrozbahiyên cejnê bibin.

 

Kesayetên Êzidî jî daxwazên xwe gihandine şanda Amerîkî.

 

Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî Kerîm Silêman jî got: “Beriya niha jî me rêwresm saz dikirin lê ne bi fermî bûn vê carê dê nûnerê Mîr amade be û bi fermî cejn were pîrozkirin.”

 

Laleş perestegeha serekî ya Kurdên Êzidî ye û piraniya rêwresmên olî ki wir tên sazkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst