HUDA PARê piştgirî da DEM Partiyê: 'Em gelekî kêfxweş bûn'

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Serkan Ramanli DEM Partî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê HUDA PARê Serkan Ramanli li ser çalakiyên DEM Partiyê yên ji bo Kurdî got, “Em gelekî kêfxweş bûn ku xebatên me ji bo zimanê Kurdî deng vedan.”

Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê dirûşma "Dem dema zimanê Kurdî ye" li Amedê bi deklerasyonekê rêzeçalakiyên ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir.

DEM Partiyê biryar da ku di serî de li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û gelek bajar û navçeyan ji 18ê Sibatê heta 21ê Sibatê meşan li dar bixe, daxuyaniyan bide çapameniyê û panelansaz bike.

Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli nûçeya Rûdawê ya ku behsa çalakiyên DEM Partiyê yên ji bo Kurdî dike, li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û piştgirî da DEM Partiyê.

“Em gelekî kêfxweş bûn”

Ramanli di peyama xwe ya ku bi Kurdî û Tirkî parve kir de wiha got:

“Em gelekî kêfxweş bûn ku xebatên me ji bo zimanê Kurdî deng vedan.

Wekî ku ez her dem dibêjim, ziman mijareke raserî partiyan e. Înşalah partiyên me yên din jî dest bi xebatên wiha bikin.”

Parlamenterê Êlihê Ramanli beriya niha ji ber ku ji bo hilbijartina dersa Kurdî bang kiribû piştgirî dabû Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek û wiha gotibû:

“Mijara ziman, nexasim Zimanê Kurdî ser partiyan re ye. Ji bo vê banga we, ez we pîroz dikim.”

Sînan Çîftyurek ji bo dersên bijarte bangî malbatên Kurd kiribû û gotibû:

“Dersên bijarte pirsgirêka Kurd çareser nakin lê dîsa jî gaveke girîng e. Werin em vê gavê biavêjin.

Di serî da banga me ji gelê me re, eger gaveke piçûk be jî ji bo zarokên xwe Kurdî wekî zimanê dayikê hilbijêrin û serî lê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst