Nebûna îqameyê ji bo penaberên Kampa Berdereşê bûye pirsgirêk

18-02-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Heta niha koçberên Kampa Berdereşê bê îqame ne
Heta niha koçberên Kampa Berdereşê bê îqame ne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Kampa Berdereşê dimînin, tev bi qaçaxî û bi pereyên zêde derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, wan qesta jiyaneke nû di bin Ala  Kurdistanê de kiriye, lê belê wergirtina îqameya niştecihbûnê li Herêma Kurdistanê ji bo wan bûye pirsgirêk.

Koçberên Berdereşê yên Rojavayê Kurdistanê bi riya qaçaxciyan hatine, pereyekê zêde dane û sînor derbas kirine, niha dixwazin îqameya xwe bistînin, kar bikin, debara zarokên xwe bikin.

Penaberê bi navê Sedîq Çelebî Mihemed dibêje: “Ez ji Serê Kaniyê me, firokeyan li mala me xist, em derketin em hatine ser sînor. Min 1000 dolar deyn kir û ez zarokên xwe û dayika xwe derbasbûn.”

Penaber Rewşê Girnûs Asad jî got: “'Rewşa me xirab bû, em hejar bûn û firokeyan jî di ser de li me xist. Kurê min em anîne ser sînor pere dan qaçaxçî û em derbas kirin. Eger rewşa me ne xirabe em ne dihatin.”

Penaber Ferhad Hisên ê xelkê Amûdê da zanîn ku piştî piştî destpêkirina êrişên Tirkiyê  û li hevkirina wan bi Hikûmetê Herêma Kurdistanê re ew derektin û got: “Ezmûna Daara li bîr me bû dema ku rêjîma Sûriyê derbas bû û hemû kesên ku li dijî wê derketbûn tesfiye kir. Ez û zarokên xwe bi 1200 dolarî di riya qaçaxçiyan re derbasî Herêma Kurdistanê bûn.''

Penaberê ku ji xwe re karek di kampê de peyda kiriye rewşa wî gelek baş tê dîtin. Ji ber nebûna karta niştecihbûnê yan jî îqame kes nikare li derveyî kampê kar bike, ev yek jî pirsgirêka penaberan a sereke ye,tevî hebûna alîkariyan, lê ev yek têra penaberan nake û dixwazin ji xwe re kar bikin.

Heta niha hejmarek penaber ji ber vê sedemê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Ferhad Hisên herwiha got: “Em dizanin eger em vegerin em dê ji bo mirinê vegerin. Lê em çi bikin eger bê îqame û bê kar bimînin. Xwarinên didin lê xwarin ne her tişte, em dixwazin çilan ji zarokên xwe re bikirin û em wan bişînin dibistanan. Dbistan heta salek din venabin.”

Penaber Ûbêd Şakir jî got: “Ez li vir kar dikim lê bê mifa ye, rojan 15 hezar dînar ji min re namînê eger îqame bidine me em dê ji xwe re li derve kar bibînin.”

Niha 6528 kes li kampê dijîn, di demekê de ku 9667 kes ji kampê derektine, beşê herî mezin bi rêya kefaleta kesûkarên xwe yên nêzîk ku îqamê wan hebûn li parzgehên Başûrê Kurdistanê belav bûn û 725 kes jî vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Derengketina îqameyan nerehetiyek li ba penaberan çêkiriye, di demekê de ku penaberên din ên Rojavayê Kurdistanê li seranserî Başûrê Kurdistanê îqame wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst