Nadiya Murad daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşên ser Şingalê rawestîne

16-12-2018
RÛDAW
Nîşan Nadiya Murad Kurdên Êzidî Şingal Tirkiye Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keça Kurda Êzidî, Nadiya Murad ku wergira Xelata Nobel a Aştiyê û Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekgirtî ye, daxwaz ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir, ku artêşa Tirkiyê bombebaranên ser Şingalê rawestîne.

 

Nadiya Murad ku ji bo beşdarîkirin di Korbenda Duha de li Qeterê ye, li ser hesaba xwe ya twîterê ragihandiye, li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyaye û di vê civînê de behsa bombebarana herî dawî ya Tirkiyê bo ser Şingalê kiriye.

 

Nadiya Murad di peyama xwe de dibêje, wê di vê civînê de daxwaz ji Çavuşoglu kiriye ku bombebaranên li ser Şingalê rawestîne.

 

Nadiya Murad dibêje: “Pêwîst e Tirkiye û Iraq pêkve kar bikin bo dîtina çareseriyekê ji bo rêgirtina ji bombebaranên ser Şingalê”.

 

Keça Kurda Êzidî û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê ya 2018ê, bêyî ku amaje bi bersiva Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser vê daxwaza xwe bike, destnîşan kiriye, ku ew “dixwazin navçeyên wêranbûyî yên ku DAIŞê wêran kirine, avedan bikin, herwiha alîkariya Kurdên Êzidî bikin, ji bo ku vegerin ser warê xwe”.

 

Di derbarê hevdîtina li gel Nadiya Murad de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî li ser twîtera xwe ragihandiye, ku ew li gel Nadiya Murad civiyaye û” behsa rewşa Êzidiyan kirine”.

 

Mevlut Çavuşoglu herwiha gotiye: “PKK, PYD û YPG berdewam e li ser serkotkariya her kesî li Iraqê û Sûriyê, û ji wan jî Êzidî, Aşûrî û Kurd”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst