EFRÎN - Çekdaran baca li ser cotkaran ji sedî 75 zêde kir

21-10-2023
Hisên Omer
Îsal 3.5 dolar bac li ser her dar zeytûnekê hatiye sepandin
Îsal 3.5 dolar bac li ser her dar zeytûnekê hatiye sepandin
Nîşan Efrîn Zeytûn Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mîrkanê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê, çekdarên grûpa Emşat, bi rêjeya ji sedî 75 baca bi zorê ya li ser cotkarên gund zêde kir.

Dîmanên zeviyên darzeytûnan ên gundê Mîrkanê yê nahiyeya Mabatayê ya Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê hatin şandin.

Nivîskar û medyakarê serbixwe Îbrahîm Îbrahîm ê xelkê Mabatayê  ji Rûdawê re got baca zorane wekî çekekê ji bo valakirina Efrînê ji Kurdan tê bikaranîn

Îbrahîm Îbrahîm diyar kir ku îsal 3.5 dolar bac li ser her dar zeytûnekê hatiye sepandin.

Sala borî, 2 dolar bac li ser her darzeytûnekê hatibûn sepandin.

Wate bi rêjeya ji zedî 75 bac li ser darzeytûnan zêde bûye.

Gundê Mîrkanê yê nahiyeya Mabatayê ku bi navê gundê Hisê û Hemtato jî tê naskirin, li bakurê rojavayê bajarê Efrînê dikeve.

Ew ji nêzî 350 malî pêk tê û hejmara nişteciyên wê nêzîkî 3000 kesî bûye.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ve, ew li jêr kontrola grûpa Emşatê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst