Nûçegihanê Rûdawê: Li Silêmaniyê berpirsekî PKKyê canê xwe ji dest da

06-08-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Silêmanî Çemçemal Bombebaran
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextyar ragihand ku “Berpirsekî PKKyê li Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.”

Îro serê sibehê nahyeya Axçelerê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê hatibû bombebarankirin.

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextyar ragihandibû ku "Li gundê Çinartûyê yê navçeya Çemçemalê bombebaran çêbûye, kuştî û birîndar hene.”

Pêşewa Bextyar, li cihê bûyerê agahiyên nû dan û li gorî ahagiyên ku wî dane di encama bombeberanê de “perpirsekî PKKyê canê xwe ji dest daye, gerîlayek jî birîndar bûye”.

Pêşewa Bextyar, ragihand ku otomobîlek hatiye bombebarankirin û piştî bombebaranê agir di daristana herêmê ketiye.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku xelkê herêmê agir vemirandiye lê ji ber ku metirsiya bombebaranê heye kes neçûye bi gerîlayê birîndar ve.

Ji ber ku li herêma bombebaranê dengê firokeyên bêmirov dihat kesî xwe negihandiye cenazeyê berpirsê PKKyê yê ku canê xwe ji dest daye jî.

Li aliyê din, piştî bûyerê bi demekê gerîlayên PKKyê hatine cihê bûyerê û wan gotiye em ê cenazeyên xwe bibin.

Gerîla bi du otomobîlan çûne cihê bombebaranê û beyî ku ti zanyariyên zelal bidin ji cihê bûyerê çûne.

Di saetên piştî bombebaranê de çavkaniyên ji Qaymeqamiyê Çemçemalê ji Rûdawê re gotibû ku “Bombebaran çêbûye lê li ser qurbaniyan ti agahî bi destê wan neketine.”

Li aliyê din, Rêvebirê Nahyeya Axçelerê Hêmin Behcet ragihandibû ku îro agir bi daristana gund ketiye lê ti bûyereke xerab rû nedaye.

Nahyeya Axçelerê ya navçeya Çemçemalê, di maweyê 3 salên borî de herî kêm 3 caran hatiye bombebarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst