REFERANDÛM – YNK: Em alternatîfa welatên mezin cidî digrin

16-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan YNK Giştpirsî Serxwebûn Giştprisî Mele Bextiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar, derbarê berdêl û alternatîfa ku welatên mezin ji bo giştpirsiya Başûrê Kurdistanê pêşniyar kirine, got: “Weke YNK nêrîma me ew e, ku divê em vê alternatîfê pir bi cîdî bigrin.”

 

Mele Bextiyar di civîneke çapemeniyê de got: “Divê derbarê hûrgûliyên vê alternatîfê de em werin agahdarkirin. Di 2 rojên pêş me de dê civînên me yên giring hebin li ser nirxandina vê alternatîfê. Divê alternatîf û berdêl di asta çareserkirina pirsgirêkan de be. Weke YNK nêrîma me ew e, ku divê em vê alternatîfê pir bi cîdî bigrin.”

 

Mele Bextiyar diyar kir: “Ev alternatîf dê ji aliyê Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jî weke projeya tevahiya Iraqê were nîqaşkirin. Em dixwazin bizanin ka ji bo ev alternatîf bibe berdêleke rast ka çi garantî hene. Divê berdêlek be ji bo pêkanîna demokrasî û destûrê, bibe çareseriya pirsgirêkan. Ne tenê ji bo parastina destkeftên niha, divê paşeroja projeyê jî ji bo me bibe cihê baweriyê.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku çend roj berî Amerîka, Brîtanya û Nûnerê Sekreterê Gişît yê Netewên Yekbûyî alternatîfek li cihê referandumê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin.

 

Barzanî jî ji nûnerên Amerîka, Brîtanya û NY re gotiye: “Em dê vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê gotûbêj bikin û di demekê nêzîk de helwesta xwe rabigihînin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst