Soran (Rûdaw) – Hejmara aware û koçberên Ereb li devera Soran a Başûrê Kurdistanê zêde bûye û têra koçberan kamp bo nîştecihkirina wan nîne.
Bi berdewamiya şer û aloziyên li deverên erebî yên Iraqê, roj bi roj hejmara koçberên Ereb ên ku berê xwe didin Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe.
Bi derbasbûna dem re hejmara koçberên Ereb li devera Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê jî zêde bûye, bi awayekê ku ji destpêka şerê DAIŞê ve 3000 malbatên koçber berê xwe dan Soranê.
Lê belê di wan demên dawiyê de, nêzîkî 200 malabtên din ên Ereb li devra Soran bicih bûne û her ku diçe hejmara wan zêdetir dibe.
Bi zêdebûna hejmara koçberan, kampên li devera Soranê têra bicihkirina wan nakin û li hemû deverên tenê 3 kampên bicûk bo nîştecihkirina koçberan hene.
Ji ber nebûna kampan, hejmarek ji koçberan bi neçarî xaniyan kirrê dikin û hinek ji wan jî di nav kavil û avahiyên nîvtimam de dijîn.
Hejmara koçberên Eeb ên ku li Soranê bicih bûne, ji destpêka şerê DAIŞê ve heta niha 4 hezar û 500 kes bû, ku bi kontrolkirina bajarê Rumadî, navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Enbarê ji aliyê hêzên Iraqê ve, vegeriyane cih û warên xwe.
Rêvebirê Kargêriya Koç û Koçberan a Soranê Şêx Omer dibêje: “Di meha Tebax a îsal de nêzîkî 200 malbat hatine deverê. Hejmara giştî ya koçberan niha bûye 3 hezar malbatên Ereb ku li her 4 navçeyên Soran, Çoman, Mêrgesor û Ruwandizê bicih bûne.”
Li her 3 kampên devera Soranê tenê 3 kampên biçûk hene, ku Kurdên Êzidî û Kurdên Şebek tê de hatine nîştecihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse