Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li Çiyayê Qereçûxê li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonê kir.
Berpirsê Mîhwera Guwêr û Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Îro Duşemê (16-07-2018) bi hemahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê, operasyonê dest pê kiriye.”
Di çarçoveya operasyonê de heta niha firokeyên Hevpeymanan çend pêgeh û çeperên çekdarên DAIŞê bordûman kirine.
Piştî bidawîbûna serweriya DAIŞê li Iraqê, çend yekîneyên çekdarên vê rêxistinê li bilindahiyên Çiyayê Qereçoxê û hin navçeyên Xurmatû û Diyalayê bicîh bûn. Car bi car di navbera van yekîneyan û Pêşmerge de şer derdikeve.
Beriya niha Sîrwan Barzanî ragihandibû, ku ev komên çekdaran li cihekî nîştecî nînin û tim bi liv û tevger in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse