35 sal e projeya cadeya Merîwan-Bane nehatiye cîbicîhkirin

16-07-2018
RÛDAW
Nîşan Parêzgeha Kurdistan Sine Merîwan Bane Cade Ebûbekir Derwîşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber hevkariya Encûmena Bajaran nekirine û projeyên parêzgehê nehatine cîbicîhkirin, Serokê Encûmena bajarên parêzgeha Sine, rexneyên tund li dezgehên cîbicîkar û tîmên aborî yên Sine digire.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Sine, Ebûbekir Derwîşî hişyariya wê yekê dide, ku zengilê metirsiya koçkirina niştecihên gundan ber bi bajaran ve lê daye û dibêje: "Niha tenê ji sedî 30ê niştecihên parêzgeha Sine berhemhêner in û ji sedî 70ê bikarhêner in. Eger ev rewş wiha berdewam be gund vala dibin."

 

Ebûbekir Derwîşî tekez dike, ku pêdiviyên wek internet, xizmetguzariya tendirûstî, cade û rêyên maqûl mafên herî serekî yên xelkê gundan e û eger bixwazin rê li ber koçberbûnê bigrin, divê pêdiviyên xelkê werin cîbicîh kirin.

 

Derwîşî balê dikşîne ser projeya cadeya navbera her du bajarên Merîwan û Bane jî û wiha dibêje: "30 sal di ser destpêkirina projeya çêkirina cadeya Nerîwan-Bane re derbas bûne, lê heta niha tenê ji sedî 40ê projeyê hatiye cîbicîhkirin."

 

Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, tevî ku yek ji parêzgehên herî dewlemend ê Îranê ji aliyê çavkaniyên xwezayî, avî, çandinî û mirovî ye, lê belê yek ji parêzgehên herî paşkevtî û hejar ê wî welatî ye jî û rê û cadeyên wê parêzgehê bi radeyekê xirab in, ku salane bi sedan kes di bûyerên trafîkê de li cadeyên wê parêzgehê canê xwe ji dest didin.

 

Herî dawî şeva 11ê Tîrmeha îsal, di bûyereke trafîkê de li bajarê Sine, tankêreke petrolê li otobusekê û çend otomobîlên welatiyên sivîl da, ku di encama bûyerê de tanker teqiya û agir bi otobusê û otomobîlên din ket.

 

Di wê bûyerê de 15 kes di nava agir de şewitîn û canê xwe ji dest dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst