Mesrûr Barzanî û Geoffrey R. Pyatt hinartina petrola Kudistanê gotûbêj kir

16-05-2024
RÛDAW
Mesrûr Barzanî û Geoffrey R. Pyatt hinartina petrola Kudistanê gotûbêj kir
Mesrûr Barzanî û Geoffrey R. Pyatt hinartina petrola Kudistanê gotûbêj kir
Nîşan Mesrûr Barzanî Geoffrey R. Pyatt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt civiyan.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe Facebookê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Alina Romanawski jî beşdarî civînê bû. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civînê de li ser pêşvebirina kerta enerjiyê, sûdwergirtin ji derfetên enerjiyê, plan û projeyên ji bo baştirkirina rewşa elektrîka Îraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin:

“Li ser girîngiya destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya ku ji ber ragirtina wê çend milyar dolar zerer bi dahata giştî ya Îraqê ketiye, hemfikir bûn.

Piştî bi dawîhatina civînê, em çûn stasiyona Mass Global a li Pîrdawûd û Stasiyona Xormele yên ser bi kompaniya Kar Group a li parêzgeha Hewlêrê.

Piştre di civîneke çapemeniyê de me her du aliyan tekezî li ser pêşdebirina kerta enerjiyê ya li Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Bi taybetî bikaranîna enerjiya paqij û bi liberçavgirtina parastina jîngehê û sînordanîn ji bo qirêjkirina hewayê.

Me bal kişand ser vê yekê ku cihê kêfxweşiyê ye ku me bihîstiye Amerîka girîngiyê bi pêşxistina kerta enerjiyê ya li Îraqê û Herêma Kurdistanê dide û piştevaniya Îraqê û Herêma Kurdistanê dike.”

“Herêm wekî Oklohameyeke biçûk e”

Li gorî daxuyaniyê Geoffrey Pyatt piştgiriya Amerîkayê ji bo Kurdistaneke bihêz û geşekirî di çarçoveya Îraqeke federalî de diyar kiriye.

Geoffrey Pyatt eşkere kiriye ku pîşesaziya enerjiyê deverê pêş ketiye û li gorî pêwer û standardên cîhanê ye.

Geoffrey Pyatt amaje bi wê yekê jî kiriye ku dema li dîmenan dinêre gelek deverên berhemanîna petrolê yên li Amerîkayê têne bîra wî û herêmê wekî Oklahamayeke biçûk dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst