HUDA PARê serkeftina xwe ya hilbijartinê bi govend û stranên Kurdî pîroz kir

16-05-2023
RÛDAW
HUDA PARê serkeftina xwe ya hilbijartinê pîroz kir
HUDA PARê serkeftina xwe ya hilbijartinê pîroz kir
Nîşan HUDA PAR Şahî Govend Êlih Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku ji lîsteya AK Partiyê ket hilbijartinê û 4 parlamenter şandin parlamentoya Tirkiyê, bi govend û stranên Kurdî ev serkevtina xwe pîroz kir.

HUDA PAR a ku ji lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinê bibû û şandina 4 nûneran bo parlamentoya Tirkiyê misoger kiriye, li bajarên weke  Êlih û Dîlokê ahengên pîrozbahiyê saz kirin.

Gelek alîgir û endamên partiyê li ber ofîsa Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî ku ji lîsteyên AK Partiyê wek parlementer hatiye hilbijartin, kom bûn û bi govend û stranên Kurdî şahî kirin.

Serkan Ramanlî li ber ofîsa hilbijartinê ji kesên ku kom bûbûn re axavtina spasiyê kir û got: “Me îro dîrok nivîsand. Em dê bandora vê rojê bi salan bibînin û bidin nîşandan. Îro ti kesî winda nekir, em tev bi ser ketin. Dixwaze bila HUDA PARî û AK Partiyî be dixwaze bila ji wan partiyên din be em tev bi ser ketin.”

Ramanlî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ew di pêvajoya hilbijartinê de çi soz dabe dê yek bi yek bi cih bîne û dûv re wiha got: “Em ê qedr û qiymeta ku Êlih heq dike bidinê. Bi iznna Xwedê em dê bi ziman û baweriya xwe li bajara xwe xwedî derkevin. Di hilbijartinan de dîsa Birêz Erdogan cardin wek Serokomar bihilbijêrin.”

Li Dîlokê jî Şehzade Demîr ji bo endamên partiyê yên ku pîrozbahî kirin axaftinek kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Endamê Lijneya Giştî Faruk Dînç li Mêrsînê, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr li Dîlokê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst