Li Gwêrê destûr nayê dayîn ku cotkar berhemên xwe biçînin

16-05-2022
RÛDAW
Li Gwêrê destûr nayê dayîn ku 180 cotkar berhemên xwe biçînin
Li Gwêrê destûr nayê dayîn ku 180 cotkar berhemên xwe biçînin
Nîşan Cotkarî Herêma Kurdistanê Gwêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê navçeya rojavayê Gwêr a girêdayî navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Neynewayê ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, 3-4 kîlometran valahiyeke ewlehiyê di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de çê bûye û destûr nayê dayîn ku cotkar biçin ser zeviyên xwe û berhemên xwe biçînin.

Hat diyarkririn ku valahiya ewlehiyê rê nade ku cotkarên gundên Kuşafa Serê û Kuşafa Xwarê erd û zeviyên xwe biçinîn û biçinin. Yasîn û birayên xwe hezar û 500 donim genim û ceh çandine lê niha nikarin biçin ser zeviyên xwe û ji nîvî zêdetir ji dest çûye.

Cotkarekî li rojavayê Gwêrê Yasîn Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Min û çar birayên xwe me nêzikî 1500 donim çandine, zirara me 80 heta 90 milyon dînaran e. Ew gundê Kurdan e ku em dixwazin vegerin. Em daxwaz dikin ku rê ji me re vekin."

Li nahyeya Gwêrê 52 gund hene, niha tenê cotkarên gundên Kuşafa Serê û Kuşafa Xwarê nikarin vegerin cihên xwe ku hejmara wan nêzikî 180 cotkaran e. Cotkarên ku îsal 12 hezar donim zevî çandine, ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Cotkar Osman Hemed anî ziman, "Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku rêya gund veke da ku xelk kar û barên xwe li wir bikin."

Mixtarê gundê Kuşafa Xwarê Kemal Îsmaîl daxwaza dagirtina valahiya ewlehiyê kir û got, "Em dixwazin valahiya ewlehiyê were dagirtin û rêya me vekin."

Cotkar Ebdullah Silêman jî anî ziman, "Eger valahiya ewlehiyê neyê dagirtin, em nikarin vegerin. Em dixwazin rê were vekirin û em vegerin ser karê xwe, mîna her gundekî din ê Kurdistanê ku azad in."

Fermandarê Mîhwera Şeşemîn a Hêza Pêşmerge li Gwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, “Em ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê ya di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li hêviya temamkirina karên her du lîwayên hevbeş in ku di navbera her du aliyan de hatiye pêk anîn lê heta niha Hikûmeta Iraqê bo destpêkirinê, budceya du lîwayan terxan nekiriye.”

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê li wê navçeyê tevdigerin û çend caran di valahiya ewlehiyê ya navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li sînorê Gwêr-Mexmûrê hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst