'Rojhilata Navîn di guherîneke mezin re derbas dibe'

16-04-2025
RÛDAW
Seîd Xetîbzade /Wêne: Rûdaw
Seîd Xetîbzade /Wêne: Rûdaw
Nîşan Foruma Silêmaniyê Seîd Xetîbzade Îran Rojhilata Navîn Rêber Ehmed Barbara Leaf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Karên Karên Derve yê Îranê Sedî Xetîbzade ragihand ku Rojhilata Navîn di guherîneke mezin re derbas dibe û ew amade ne alîkariya Şamê bikin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got ku divê rêxistina DAIŞê ji aliyê îdeolojîk ve were tunekirin.

9emîn Foruma Silêmaniyê bi beşdariya gelek kesayetiyên navxweyî û biyanî li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê dest pê kir.

Di forumê de panêlek bi navnîşana "Îran, Îraq û Rojhilata Navîn" hat lidarxistin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Alîkara Berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf beşdarî vê panela Forumê bûn.

"Em çavdêriya Sûriyeyê dikin"

Seîd Xetîbzade di panêlê de behsa rewşa Rojhilata Navîn kir û got, "Ji bo hemû aliyan eşkere ye ku ew herêm (Rojhilata Navîn) di guherîneke mezin re derbas dibe."

Xetîbzad li ser rewşa niha ya Sûriyeyê got, "Bi rastî ez dixwazim derbarê Sûriyeyê geşbîn bim, lê gelo ez dikarim?

Gelo niha dagirkeriyeke kêmtir li Sûriyeyê heye? Îsraîliyan ne tenê Girên Golanê dagir kirine, belkî tenê 14 kîlometreyan ji Şamê dûr in."

Xetîbzade her wiha got, "Her welatek ku di bin dagirkeriyê de be, nikare bi pêş bikeve, nikare bi pêş ve here, nikare aramiyê bibîne û nikare di aştiyê de be.

Îsraîlî jî wê derê dernakeve, belkî li wir bimînin. Beşek ji Sûriyeyê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye dagirkirin û beşeke din jî ji aliyê Tirkiyeyê ve."

Ew berpirsê Îranî amaje pê kir, "Em bi hişyarî çavdêriya tiştê ku li Sûriyeyê diqewime dikin û piştgiriyê didin gelê Sûriyeyê.

Em bi niyeteke paqij alîkariyê (Sûriyeyê) dikin û hewl didin ku Hikûmeta Sûriyeyê giştgîr be."

Xetîbzade her wiha got, "Eger Îran li Sûriyeyê nebûya, niha ti kes nikarîbû qala Heyeta Tehrîr El Şamê bike, DAIŞ niha dê li ser desthilatê bûya.

Hêvî dikim ku Heyeta Tehrîr El Şam û Ehmed Şer bikaribin di demeke nêzîk de hikûmeteke giştgîr ava bikin."

"Kurd yek ji hevparên sereke yên Rojhilata Navîn in"

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn got:

"Pirsgirêkên Rojhilata Navîn demeke dirêj e dest pê kirine, pirsgirêk ji destpêka avakirina dewleta neteweyî dest pê kirine."

Rêber Ehmed her wiha got, "Em wekî netewa Kurd û wekî Kurdistaniyan yek ji hevparên sereke yên Rojhilata Navîn in.

Lê mixabin di dîrokê de ti biryarnameya dadperwerî derbarê netewa me û paşeroja herêmê nebûye."

Rêber Ehmed dibêje dema ku behsa aramiyê tê kirin, divê haya wan ji paşeroja netewa Kurd hebe.

Derbarê tunekirina rêxistina DAIŞê de, Ehmed got, divê DAIŞ ji aliyê îdeolojîk ve were tunekirin, "Eger na bi şêwazeke din, bi navekî din û di demeke din de em dê dubare rûbirûyî terorê bibin."

Rêber Ehmed behsa girtîgehên çekdarên DAIŞê û malbatên wan ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û got:

"Kampa Holê ne tenê ji bo Sûriyeyê, belkî ji bo aramî û asayişa hemû cîhanê gefek e.

Ji ber ku hejmareke zêde ya çekdarên biyanî di nav vê kampê de hene, her wiha bi hezaran malbatên Îraqî û endamên komên terorê di van kampan de hene."

"Em wekî dagirker nehatine binavkirin"

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Nêzîk ya berê Barbara Leafê di panêlê de behsa hikûmeta nû ya Sûriyeyê kir û got ku divê li ser şêwaza bersivdana wan ceribînên ku pêşiya wî tên, biryar li ser Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bê dayîn.

Barbara Leafê Îran bi vê yekê tawanbar kir ku alîkariya Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed kiriye ji bo ku "tundûtîjiyê li hemberî milyonan Sûriyeyî bike".

Di panêlê de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade Amerîka bi wê yekê tawanbar kir ku beşek ji axa Sûriyeyê dagir kiriye.

Barbara Leafê bersiv da berpirsê Îranî û got, "Heta niha ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve nehatiye gotin ku me (Amerîka) axa Sûriyeyê dagir kiriye, belkî em tenê alîkariyê didin (Sûriyeyê) ku li dijî DAIŞê bisekine.

Her wiha me aştî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de pêk anî."

Li ser rewşa Libnanê jî, Barbara Leafê got, "Hizbulah ji bo serwerî û dezgehên Îsraîlê gef e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst