Li Akrê lehiyê ziyaneke mezin li pey xwe hişt: Cotkar daxwaza qerebûkirinê dikin

16-04-2023
Nayîf Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Akre Lehî
A+ A-

Akrê (Rûdaw) Lehiya çend rojên bûrî li Duhokê ziyaneke zêde gihandiye cotkarên Akrê. Cotkar dibêjin hemû berhemên wan bi avê re çûne û daxwaz ji hikûmetê dikin ku bên qerebûkirin.

Lehiyê ziyaneke mezin daye Cotkarê Akreyî Ebdulmenaf Muxlis. Muxlis bêtirî 60 hezar binên zebeş û xiyaran çandibû, lehiya 12ê vê mehê beşa herî zora wan bi xwe re birîne û borî û sîstemên avê jî ji nav birîne.

Ebdulmenaf Muxlis got “Bêtirî 30 milyon dînar ziyan gehşitîne min, zêdetirî 180 boriyan avê brîne, ji boryên pênc înc û dû nîv û eger hikûmet me qerebû biket gelek baş e.”

Lehiyê ziyan gihandiye cotkarên patat, pîvaz, zebeş û xiyaran, ji ber ku  zebeş û xiyar di qonaxên despêka şînbunê de bûn pişka şêrî ji ziyanan ber ketiye.

Cotkarê bi navê Seîd Reşîd 22 donim zebeş çandîbû lê lehiyê hêviyên berhemên wan bi xwe re birine.

Seid Reşîd dibêje “ Me 12 milyon dînar li van şitlan daye û hemû çûn û ev borî jî hemû çûn.”

Rêveberên çandiniyê yên Berdereş, Şêxan û Akrê dest bi tomarkirina ziyanan krîne û hê jî daneyên dawî ranegihandine lê bi hezaran doniman û dewruberên 100 cotyaran ziyan gihiştinê.

Rêveberê Çandiniya Akrê Fazl Akreyî got “Ji bo zanîna qebara zerar û ziyanên vê lehiyê ginadine kerta kiştûkalî dikin raportek û bidin rêveberiya me ya çandiniyê û li wê derê daxwaza qerebûya cotkaran bê kirin.”

Ji bilî lehiyê teyrok û sermaye digel şepola vê vê dawiyê ya berf û baran barînê jî ziyan hebûyîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst